پەیامی پیرۆزبایی بزاڤی ئاشتی نیوخۆیی بۆ کۆنگرەی پێنجی پارتی سەربەخۆیی کوردستان
BIZAVA ASHTIYA NAVXWEYÎ BI DELÎVA KONGRA PÊNCEMÎNA « PARTÎ SERBEXWOYÎ KURDISTAN »
Berêz serkok, berêzan rêber û endamên Partî Serxbexwoyî Kurdistan.
Bi delîva kongra pêncemîna partiya we, ez binavê xwe û desteya serokatîya Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN, silavên taybet arasteyî we yên rêzdar dikim, wê kongra giring ji dil pîroz dikim û jibo vexwandina me pir sipas dikim.
Em hêvîdarin ku kongra we, jibo xizmet, bercewendî û mafên gelê Kurdistanê bigishtî, nexasime li Rojhela Welatê me serkeftî be û bibe destpêkeka nû jibo standina hemo mafên gelê kurd..
Di vê qunaxa dîrkî da, ku gelê kurd, li Rojhelata Kurdistanê têda derbaz dibe, pêwîstîyeka mazin bi hêzbûna partîyên siyasî heye, pir zeroriye ku xebatên mazin di hemo waran da, jibo vê armancê bihên kirin.
Bêguman tubahîya siyasî kilîle jibo serkeftina bizava rêzgarîxwaza gelê Kurdistanê. Dîrok diyar dike ku mazintirîn asteng jibo destxistina mafên gelê me, ew bû ku, herweku pêwiste, tubahî, di navbera rêberiya siyasiya kurdî da, ne bû. Ez bawer dikim ku partî Serbexweyî Kurdisstan, jibo vê armancê pir dixebite, hêvîdarim ku ev xebat her berdewambe û bigehe armancên xwe.
Di gel bashtirîn rêzên me.
Dr Musa Kaval serokê
Bizava ashtiya Navxweyî BAN.
21.04.2022
0 لێدوانەکان
Karla Gleichauf
12 May 2017 at 05:28 pm
On the other hand, we denounce with righteous indignation and dislike men who are so beguiled and demoralized by the charms of pleasure of the moment
M Shyamalan
12 May 2017 at 05:28 pm
On the other hand, we denounce with righteous indignation and dislike men who are so beguiled and demoralized by the charms of pleasure of the moment
Liz Montano
12 May 2017 at 05:28 pm
On the other hand, we denounce with righteous indignation and dislike men who are so beguiled and demoralized by the charms of pleasure of the moment